10.04.2018

hevpeyvînên tirş - 3 "endazer"


piştî demek dirêj dîsa merheba, gelî xwînerên vê bloga xewşeriqî. rêzehevpeyvînên me dewam dikin, îcar li quncika hevpeyvînên tirş dora endazer e. endazer ne endezyar; ku ya rast endezyar e bêhemdî bûye endazer û wilê maye.

endazer gula civata tirşikê; sênca rezê tirşikê, sitirî lê sitirî dikeve çavê hesûd û reqîba. tirşikvanê ku hindik maye hejmara entryên wî bibe 8.000, erê heştt hezarr. xwedyê polemîkên giran, zimantûj, bêşerm, eşkere û netirs, helbet gotinreq.
 
zêde fermî. wêne: endazer
[hevpeyvîna di dorê de bi tivirloismail re ye, pirsên we hebin, xêra xwe li jêr wek şîrove binivîsin] 

ev e pirsên xewşeriqî û ev e bersivên endazer

1) hinekî behsa xwe bike û çi bû sebeb ku tu bixwazî bibî tirşikvan?
Behsa xwe û çi bikim nizanim, lê darikê fitnê simurg56 e, endazer û hemû tiştên din ji bin serê wî derket, serê pêşîn wî haya min ji tirşikê çêkir û bi ser navê min qeyda min di tirşikê de çêkir û navê min ê tirşikê “endazer” jî ewî danî, ji ber hesabê min ê cîmeylê. Berî tirşikê wergerine.com hebû, wan
deman çi bi dilxwazî çi bi heqdest di navbera çend zimanan de diçûm û dihatim, û min serê wan bi hev dixist min ji bo wergerine.com jî çend fîlmên sînemayê wergerandin kurmancî, bi pêka wê min simurg56 nas kir û pê re jî tirşik.
Wekê din 29 salî me, Cizîrî me û endazyarê mekanîkê me û li Diyarbekir dijîm.

2) tirsik.net çi ye, çi îfade dike ji bo te?
Tirşik.net wek nav îmîtasyoneke nexweş a ekşisozluka tirkan e, xwezî berî danîna navê tirşikê min simurg56 nas bikira û me naveke din ê xweştir û orjînal li hev bianiya û lê bikira. Wek naverok cih û atmosfereke xweş ji bo nivîsandina bi kurdî û danîna têkiliyên hevaltiyê bi kurdî.
Min gelek kes nas kirin di tirşikê de, û haya min ji gelek tiştan çêbû. Û wan demên min bi çalakî dinivîsî tirşikê rê li ber min dida ji bo tişta li ser binivîsim bêtir lêkolînan bikim, zanîna xwe ya di wê mijarê de xurttir bikim di vî warî de jî mineta tirşikê li ser min heye.

3) di nivîsandina entryên xwe yên tirşikê de te qet serî li otosansûrê daye yan hemû bê sansûra te hatine nivîsandin?
Kî bêje min serî li otosansûrê nedaye derewan dike, ji ber ku tirşik jî derûdora kesên bi kurdî dinivîsin jî biçûk e, serê her çend qevz û peyvan milê te li nasekî dikeve, dema mirov bizanibe wê keseke nas wê tişta ku tu dinivîsî bixwîne bivê nevê hinek tiştan star dike, vedişêre.
Min niha ji bo xatirê vê pirsê çavek li peyamên xwe yên li tirşikê gerand, ez dûr neçûm zêde tenê min pêl bişkoja (vbnr: peyamên li benda weşanê) kir, min dît li wir otosansûreke şirîn destê xwe ji min re kil dike. Otosansûr baş e, tiştên estetîk ji xwe bi otosansûrê pêk tên. Otosansûr nebûya me yê hetk û helaka xwe bibira, divê mirov ji xwe re çend sînoran deyîne û wan sînoran neşikîne.
 
ji 2013'ê û vê de
4) gelek caran tirşik bû behsa civatên kurdî, gelek caran jî mijara civatên kurdî eşkere kir, rê li ber nîqaşan vekir. girêdayî van tişta li gor te tirşikê çi kir, çi ava kir, çi da wêje û civata kurdî?
Çi reel çi sanal ji zû de ye min hay ji civatên kurdî nîn e, lê bawer nakim tesîreke zêde li ser civatên kurdî kiribe ji ber ku bi pirranî zimanê van civatan wek tê zanîn bi tirkî an bi zimanên din ên serdest e, pirsa tesîreke çawa li ser civata kurdînivîs kir wê rasttir be li gorî min.

5) hinek nivîskarên kurdî tevlî tirşikê bûn, hinek jî ji derve piştgirî dan, hinekan jî bertek û nefreta xwe da tirşikê. li ser vê yekê rewşa rexneya xwînêr û berteka nivîskarên kurdî çawa dibînî?
Ji bo wan nivîskarên bûne serê sebeba vê pirsê; bertekên ajoyî û prîmîtîf. Nivîskarên kurdî ji ber ku nikarin nanê xwe ji kurdî bixwin li cem xwîner û xwendekaran zêde bê minet in, -têkiliya di navbera niviskar û xwendekaran de piçekî jî dişibe têkiliya axatî û xulamtiyê- dikarin fikra xwe û ya dilê xwe bi hêsanî bêjin, ji bertekan natirsin, fikar û metirsiya eger ez wiha bikim ez ê ji nanê xwe bibim bi wan re çênabe. Dema nan diçe tenê nav dimîne. Tu çi jî bikî , çi jî bêjî ew nav her dimîne ji xwe! 
Di tirşikê de jî rexneyên bitefsîlat û hêjayî pesndanê nîn in, rexneyên di tirşikê de bi pirranî ne li ser naveroka berhema nivîskarî ne, an li ser şexsê nivîskarî an jî li ser zimanê wî/wê ne.
Ez ferqeke berbiçav di navbera nivîskar û xwendekarên –nivîskarên tirşikê- Kurdî de nabînim. Ku tim ji hev ne qayîl in. Kêmasiyek hebe ya herdu aliyan e jî, ji ber ku herdu ji hev dixwin û bi hev mezin dibin. Tenê rastiyek heye ew jî hilberîn û berhemanîneke baş û bikalîte bi Kurmancî nîn e, ji loma hem nivîskar hem jî nivîskarên tirşikê di rexneyên xwe de û di gilî û gazindên xwe de mafdar in. Lê sûc û qibhet jî ne yê nivîskar û xwendekaran e, bi min ya siyaseta Kurdî ye.
Wekê Ehmedê Xanî dibêje;
“Teb’iyyetê wan eger çi ar e
Ew arî li xelqê namîdar e
Namûs e li hakim û emîran
Tawan çi ye şair û feqîran”


6) em dibînin, vê sala paşîyê di tirşikê de sarbûnek heye. êdî wekî wan rojên ewil nîqaş çênabin, hejmara entryan kêm dibe. li gor te sedema vê yekê çi ye?
Ji ber atmosfera siyasî piçekî, piçekî jî yên ku di xurcika wan de tiştek heyî ji xwe nivîsîn, dilê xwe bi tirşikê xweş kirin û çûn civata kurdînivîsan civateke kor û kêmber e, zêde li xwe zêde nake, ji loma cihê yên diçin û yên dimirin vala dimîne, tirşik wekê malnişîngehekî tê bi min carina.

li înşatê endazyarek. wêne: endazer
7) tirşikvanê li ber dilê te şîrîntirîn kî ye?
Pirseke zor û zehmet û nêr! Divê qonax bi qonax bersiva vê pirsê bidim, simurg56 wek tirşikvanekî û wek kurdekî li ber dilê min pir şirîn e. Dema kurdên wek simurg56 dibînim pir şanaz û kêfxweş dibim, hêviyên min ên çilmisî ên di warê kurdistanê de ji nû ve dibişkivin.
tivirloismail hebû demekî pir xweş dinivîsî tam di bayê jargona ferhengên înteraktîv de.
Eger pirs tirşikvana li ber dilê te şirîntir bûya û ne niha berî niha salekî bûya min ê bigota sergijik ;)

8) entryek heye di bîra te de an jî entrya herî bêhtir keyfa te jê re hatî kîjan e?
Peyameka min a taybet li ber dilê min şirîn nîn e, lê carina dema çav bi hin peyamên xwe yên berê dikevim, serê min dikeve ber min, şermeke şirîn bi min dikeve, baş e ku mirov mezin dibe, tiştinan li xwe zêde dike, fêhm û feraset zêde dibe.

9) mijara herî balkêş a tirşikê li gor te kîjan e?
Li gorî statîstîkan (vbnr: îtîrafên tirşikvanan) e bawer im, berê dema min wergêrî dikir min gelek caran sûd ji (vbnr: versiyona kurdî ya biwêj û gotinên pêşiyêntirkan) wergirtiye.
Belkî (vbnr: pozîsyonên gayînên kurdan) ;)
 
îstatîstîk mîstatîstîk
10) li gor te kêmasiyên tirşikê çi ne, ji bo baştirkirin, pêşdebirin û berbelavtirkirina tirşikê çi pêşniyaz û rexneyên te hene?
Tu kêmasiyeke giring û berbiçav yên tirşikê nîn in, tirşik ji aliyê teknîkî ve ji gelek ferhengên din baştir û pêşketîtir e. Û bikaranîna wê jî li gorî gelek ferhengên din hêsantir e. Tekane kêmasî nivîskar in. Ew jî ji xwe dermanê bê derman e. Tirşikê tişta ji desta hatî kiriye ji xwe, ya mayî, divê Kurd hînî zimanê xwe bibin û bi zimanê xwe binivîsin. Ew jî li gorî konjonktûra niha ne mimkun e. 
Û yek jî pirraniya nivîskarên tirşikê kurmanc û bakurî ne. Min pir dixwest soran û başûrî jî di tirşikê de binivîsin. Bi nivîsandina hevalên soran tirşikê wê rengeke pir xweş bigirta.

11) wek tirşikvanekî/ê tu blogerîyê çawa dibînî û fikrên xwe yên li ser blogerîya kurdî ku vê pêlê dema xwe ya zêrîn de ye dikarî ji me re bêjî?
Wek hewesekî dibînim. Hewes jî wek kela nîskê ye. Bi bayekî re tê bi bayekî re diçe, dikele û datîne. Tişta baş ya blogeriyê ew e ku bê pere ye û ya te bi xwe ye, ji loma herkes dikare bike û bi salan tu pişta xwe bidiyê, lê nenêrî jî wenda nabe. Min jî bi vê mebestê blogek vekir. Demekî min hemû helbestên di herdu pirtûkên Janya û Şêrgeleyê de wergerandibûn Tirkî. Lê niha tenê wergera Janyayê di destê min de maye, yên din bi kû ve wenda bûn hîç nizanim. Ji bo wergerên min wenda nebin min blog vekir û wergera çend helbestan tê de weşand.
Wekê din zêde nikarin blogan bişopînim, demekî bloga cinorek hebû, min çend nivîsên wî yên li ser ger û geşta wî ya îranê xwendin, dîsa bloga mamê xamoyê zinar hebû demekî nivîsên xwe yên blogê li ser hesabê xwe yê facebookê diweşand min ji wir dixwend.

PIRSÊN XWÎNERAN
1) înan eroglu pirsî: çima xwe dûrî tirşikê û bloga xwe kiriye nanivîse?
Nivîs wekê kurmekî ye, carina dilivlive carina ditemire. Divê ji dilê mirov bê û bi xwe re bibîne. Niha ne ji dilê min tê û ne jî bi xwe re dibînim. Nivîs biçekî vereşîn biçekî dilêxwexweşkirin e, ji bilî nivîsê gelek rê û şeweyên din jî hene bawerim niha wan rê û şêweyên din diceribînim. ;)

2) simurg56 pirsî: li ser projeyek -qet nebe ji bo wî- mezin/girîng dixebite an tolaziyê dike?
Karê xwe ango endazyariyê dikim, ji ber tolaziyê min bi salan karê xwe piştguh kir, da aliyekî, bi qewlê dêûbavan zarên xelkê firrîn çûn serê heyvê ez di cihê xwe de mam. ;) çi ji bo karê xwe çi jî ji bo kurdî çend projeyên min hene lê mixabin ji bo kar sermiyana min têrê nake û ji bo kurdî jî xwîner û xerîdar nîn in.
Elqisse ji bo niha naxwazim bêhûde xwe biwestînim derkevim off-sideê.
 
piştî civîneka tirşikvanan tevlîhev: simurg, endazer, brusk, xendekî, darîn. wêne: tirsik.net

PIRSA EKSTRA
dibêjin zimanê endazer gelek tûj e, gotina wî req e, xêr e bavo, zimantûjîya te ji ber çi ye?
Bi pirranî kesên min ji dûr ve nas dikin, an bi zimanê min ê nivîsê ez nas kirime ji bo min wisa dibêjin.  Û yek jî rast e demekî di tirşikê de ji ber meseleyên siyasî zimanê min zêde tûj bûye. Ez jî niha dema wan peyamên xwe yên wê demê dixwînim ferq dikim.
Wek kesayet keseke bêminet im, nikarim tehekûma kesekî an tiştekî bi ser milê xwe re bibim.  Û yek jî tehemûla min ji fêhmkoriyê re nîn e. Dema dibînim yek bi hemû ehmeqiya xwe tevz û tinazê xwe bi aqilê min dike, bêhemdî zimanê min lê tûj dibe, lê têm xezebê.

bloga endazer: pezkuviyecudi.blogspot.com
bloga cinorek: cinorek.wordpress.com
bloga zinarê xamo: zinarexamo.blogspot.com
simurg56: avakarê tirsik.net'ê ye
sergijik: tirşikvanek jin e, heke bixwazî bnr profîla wê bitikîne

çend mijarên li ser endazer: 





3 yorum:

  1. Ooo welle hevpeyvînên te her diçin sansasyoneltir dibin. Destxweş :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. spaaaas, ne wek yên te jî bin, piçekî :)

      Sil
    2. Her ku navê endazer dibinim ew mijar te bîra min;
      (Bnr: bila moderator endazer were guhertin)
      ^^

      Sil

Related Posts Plugin for WordPress, Blogger...

NIVÎSA POPULERTIRTIRÎN

The Best Of Asoya Helbesta Kurdî

Asoya Helbesta Kurdî 2013'ê ve li ser medya civakî hewl dide Helbesta Kurdî belav bike. Piştî van salên dirêj niha malpera wê, sepana wê...

ZEHF HATINE XWENDIN