18.01.2018

kolanên cizîra botan - 2018

xwînêrên xewşeriqî dizanin ev çend roj e li cizîrê me. bo wê çavdêrîyên xwe ji we re parve bikim.

otobûsa me ket nava cizîrê, hat li ber sûrên cizîrê otogara bajêr sekinî, ez peya bûm. ez peya bûm min rahişt çenteyê xwe. û min berê xwe da nava bajêr, ketim ser rêya malê.

rêya hevrişmê, dimeşim, wêne: anonîm

ser cehda nisêbînê an jî bi navê xwe yê meşûr rêya hevrişmê rêve diçim. li destê rastê goristana bajêr û piçek wê de gora memozîn heye, li destê çepê dikan hene. insan diçin û tên. bajar geş bûye, ji piştî şêr gelek baştir e.


hinek din diçim, dewsa xanîyên derbxwarî niha xanîyên nû têne lêkirin. her derî înşaatek heye. teq req teq req teq

lê heyf, cehda mezin herrî û hîçik e. dikevim kîjan kolanê hema hatiye kolan û wilê hatiye hiştin. nehatîye girtin. piştî wê talanê ji bo erebeyên wa di nava kolanan de rihetî herin û werin kolanên bi kevirê-parke xera kirin û asfalt kirin. coyên nava kolana neman. di ser wê de dilxwede binesazîyê nû dikin; borîyên avê, xeta gazê çêdikin nû dikin, yeko yeko kolanên nava bajêr kolane. piştî kolanê şûna roja din serde bê girtin û cihê hatî kolandin bê asfaltkirin an dirustkirin tu tişt nehatîye kirin. erê ma serde nehatîye girtin çi bû ye vêca? ez bêjim. zivistan hat, di ser bajêr de girt. kêm zêde baran barî. kolanên asfaltkirî, nebûna coya avê û ev kolandin jî kolanên bajêr herimandine; kiriye herrî û hîçik. wer xuya ye vê tiştê bi qestî dikin, planek heye. kolana pêşîya mala me ev salek e kolane lê hê serde nehatîye girtin. cizîr vegeraye rewşa xwe ya berîya deh salan.

kolan

şaredarê cizîrê yê li ber dilê xelkê şîrîntirîn bêşik aydin budak e. aydin budak piştî dest bi şaredarîyê kir, pêşîyê fabrîkaya kevirê-parke çêkir û kete nava kolanên cizîrê, di sê çar salan de nîvê bajêr serast kir, binesazî ji nû ve dirust kir. fabrîkaya wî her xebitî û cizîr paqij kir, ji bilî wê keresteyên fabrîkaya xwe firot şaredarîyên derdora xwe û pere . mêrik xebitî û kete dilê xelkê. piştî wî cizîr hinekî bi serxwe ve hat. kolanên bajêr ji berê gelekî paqijtir bûn. kesên piştî wî hatin jî kêmzêde wilê dewam kirin.

lê niha piştî vê derbê, piştî wî şerî rewşa kolanên cizîrê vegerîya dema berîya aydin budak.

ev êşkence ye, êşkenceyeka xelkê bajêr piştî ewqa talan û kuştinê rû bi rû bûye. ji bilî xirakirina parka çarîyanê û hilkirina wan darên mezin (dortyolê), nava havînê xirakirina parka keraxa dîjleyê, valakirina mala dengbêjan, mesela kolana mijareka piçûk e.

erê, rewşa kolanên bajêr ev e. lê dem û dewran halê namêne. van rojan min ji devê çend mezinan tiştên wilê bihîst, ez şaqis mam, ez şoq, ev insanên ewqa dîndar çawa van tişta dibêjin. gotinên min karî not bigrim li vir in, hûn wan bixwînin hûn ê rewşa derûnî ya pîr û kala bibînin ku ew pirsa wan "ka heyfa cizîrê" hê jî terr e û li meydanê ye.

 - hişê min nemaye, piştî şerî êdî tiştek nayê bîra min (mêr, 60 û çend salî)

 - nayê bîra min, tu tişt nemaye bîra min de; hingî ez xebera dikim vî berazî. (jin, 52)

 - ma bêhna xwedê hema ji me re fireh e. heta tê bîra min em wilê ne, emrê min ev e bû 40-50 ma hema 'halê me wilê ye. (jin, 51)

 - ez qurbana xwedê bim, xwedê tu'l min negrî, lê xwedê jî pişta zalima digrê, kî zalim be pişta wî stûr e. (jin, 53)

18.12.2018 cizîr

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts Plugin for WordPress, Blogger...

NIVÎSA POPULERTIRTIRÎN

The Best Of Asoya Helbesta Kurdî

Asoya Helbesta Kurdî 2013'ê ve li ser medya civakî hewl dide Helbesta Kurdî belav bike. Piştî van salên dirêj niha malpera wê, sepana wê...

ZEHF HATINE XWENDIN