24.12.2017

sabahattîn alî û çîrokeka wî "fîrarek"


sabahattin ali yek ji giregirên edebîyata tirkî ye. destpêkê di nav îdeolojîya tirkîtîyê de radibe, heta li gor nihat atsiz çûye serdana ocaxên ulkûcûya, li wir helbest nivîsîne. paşî mêrik ji bo xwendina xwe berê xwe dide elmanya, li wir ji bo hînî elmanî bibe li mala pîrejinekê dixebite, bi elmanî berhemên seydayên edebîyata ûris wekî turgenyev, gorkî dixwîne, dikeve bin bandora wan. piştî ji elmanya vedigere tirkî êdî komunîstek e. heta nihat atsizê berê xwe dikir hevalê wî êdî wî wek xayînekî îlan dike, ji ber vê sabahattîn alî dozê lê vedike filan.

rexnegirî êdî dibe parçeyek ji jiyana wî. di helbesteka xwe de behsa ataturk û înonû dike, ji ber wê dikeve hepsxanê, ji karê xwe tê avêtin. piştî ji hepsê derdikeve ji bo bê efokirin contactê bi çend kesên nêzîkî hikûmetê re çêdike, lê dibêjin ji bo tu bê efokirin divê tu ji kemal paşa re helbestekê binivîse, ew jî bi navê "benim aşkım*" helbestekê dinivîse, çend nivîsên din dinivîse heta bi destûra ataturk tê efokirin û dîsa dest bi karê xwe mamostetiyê dike. dema min ev bûyer xwand seîd axayê cizîrî hate bîra min, ku ew jî ji ber stranên xwe yên kurdî yên siyasî tê mişextkirin, ji bo bê efokirin ji ataturk û ismet re stranekê dibêje. herdu jî piştî tên efokirin carek din diçin ser fikra xwe ya berê.



mamoste
dîsa wek gelek edîbên tirkî ew jî evîndarê nahît xanimê ye, jê re nameyên evînî dişîne, jê re helbestan dinivîse; bi evîneka yekalî dilê xwe xweş dike. min cara ewil nahît xanim ji orhan velî nas kir, berî çend sala nameyên orhan veli ji nahît xanimê re şandî ji weşanxaneya yky çap bû, bi navê "yalnız seni arıyorum*" orhan velî, di sermaya stenbolê de çakît nîn e lixwe bike, lê ji evîna nahîtê dil û hinav têne xwarê, ji bo nameyê bişîne nizanim ji kîjan semta stenbolê heta nava stenbolê dimeşe xwe digihîne postexanê. sabahattîn alî jî dizane orhan veli jê hez dike, belkî ji ber vê ji orhan veli û ekola wan "garip" hez nake û ji bo vê ekolê dibêje nayê fêmkirin û ji xelkê dûr e û fizûlî ye.

pirr dişibê russell crowe :)
sabahattîn alî demekê bi aziz nesîn re hevaltiyê dike û çend kovaran derdixe, pêşiyê markopaşa paşê merhum paşa paşî jî malum paşa. nivîsên di van kovaran de piştî demekê ji mîzahê ber bi siyasetê ve vediguhere. jixwe piştî demekê kovar têne qedexekirin, ji ber ku sabahattîn alî berpirsiyarê kovarê ye, ceza dixwe û dîsa dikeve hepsê.

sabahattîn alî sê çar cara digrin dibin leşkeriyê, pênc şeş cara tê girtin, dikeve hepsê. ji ber fikrên xwe yên komunîzmê û civakî ji hêla nîjadperestan derba xayîntîyê dixwe û ji ber ku di jiyana xwe ya rojane de ti carî nekariye li gorî fikrên xwe bijî û ji lûksê û xerckirinê dûr nesekiniye ji hêla sosyalîstan ve jî nehatiye qebûlkirin. ne wî alî ecibandiye ne vî alî. a soxî mêrik dibîne êdî li tirkî sekn nabe bi rêya qaçaxçîya berê xwe dide sînorê bulgaristanê, berî ji welatê xwe rizgar bibe hevalê ku dilxwede alîkariya wî dike ji bo bikaribe derkeve, radibe bi daran dikeve ser serê wî û wî dikuje, dema kujer tê girtin jî di îfadeya xwe de dibêje: "min ew di rê de nas kir, min dît çi xayîn e, li gor gotina wî wê bi rêya sovyetê komunîzmê bîne nav dewleta me, min ji ber wê ew kuşt." lê hinek jî dibêjin ji hêla mit'ê ve hatiye kuştin.

nazim hikmet jê re dibêje: "di edebîyata tirkî de çîroknûsek hebe ew jî tu yî." yek ji van çîroka jî bi navê xwe yê resen "bir firar" e, ku nivîskarî gava ji ber fikrên xwe kete hepsxanê, di hepsxanê de nivîsîye. min hewl da kirasekî kurdî lê bikim, hêvî dikim bi dilê we be.


hepsxana ku sabahattîn alî tê de "bir firar" nivîsî

Sabahattin Ali - Fîrarek

Du cendirme ketibûn milê Idrîsî û dibirin.

Lingê Idrîs ketibû ber wî, nedikarî rehetî pêlê bike. Cendirmeyan têra wî lê dabûn, lê belê bi terpilîn dikir ku rêve biçe.

A soxî mikur hatibû ku di nimêja cejnê de avêtiye l'ser mizgefta mizgeftokê û yên li ser nimêje şelandine.

Ya rast haya wî ji bayê felekê tunebû.

Lê bêçare!.. Ev lêdan e...  Her tiştî li te dide gotin.

Kêma kêm heft sal ceza dixwar.

Kulî kulî rêve diçû, car cara lingê wî li kevirekî dialiqî, berî bikeve cendirmeyekî xwe bi milê wî ve dizeliqand, hişk digirt.

Hinekî rêve çûn, dûvre çixareyek danê.

Eslê wê ev jî ne mirovên xirab bûn... Lê belê ka çi bikin, wezîfe... Berî derkevin teqîbê, fermandar ji wan re  gotibû -heke hûn dizî nebînin û werin bila çavên min li we nekeve!- Îcar heta niha yê gund şêlandî feqizîye û çûye, ji ber wê bivê nevê divê dizek bidîtan.

Idrîs jî jixwe ev çend sal bû, li van dera eware eware diçû dihat, diket hezar û pênsed dek û dolaban.

Çend caran jî wexta perik û berikên cixarê difrotin hatibû girtin.

Ya muhîm jî, gundîyan jê gilî û gazinc dikirin. Carên pêşîyê ji ber bavê wî yê rehmetî -bavê wî melayê gund bû- hineka qedrê wî digirt, lê vê paşîyê dema ev kirinên wî dîtin wan jî êdî dixwest winda bibe û here.

Idrîs heta li gund bû, wê cendirme ji gund kêm nebûban.

Ji bo wê gava cendirmeyan xwelîserê Idrîs girtin, moxtar û dikandarê gund, hatin gotin berîya bûyerê rojekî me dîtîye Idrîs diçû Mizgeftokê.

Evqas bes bû. Cendirmeyan dewama wê pê dan gotin.

Idrîs qal kir ku roja cejnê bi şiklî dizîya mizgefta Mizgeftokê kiribû, hemû got..

Niha diçûn Mizgeftokê.

Idrîs difikirî; têra dilê xwe kûr bibû.

Vê kêlîyê di hişê wî de ne lêdana xwarî ne jî heft salên hepsê derbas dibû. Di hişê wî de timamî tiştek dî, fikreka dî he bû.

Ev fikr jê re ji lêdan û hepsê girantir dihat.

Bi wî aqilê xwe yê ku têra tu tiştî nedikir, li çareyekî digeriya, lê peyda nedikir; bêhntengîya wî, li ser rû û çavên wî yên divirvirîn re xuya dikir.

Tişta ku difikirî ev bû:

Idrîs gava lêdan xwarî, gotibû min gund şelandîye. Vêca teşqele li vir neqediya. Delîl jî hewce bûn. Ji bo vê pere û seeta zîv danîne ku divê ji wan re bigota.

Pereyê çi? Seeta zîva çi.... Heta şelandina çi? .. Lê belê divê bigota. Şiv, qontax û pehîn ne îşê heneka bû. Heçku mejîyê wî ji dev û guhê wî re dipijiqî der: Bila çi bibêje feqîro?

Hêsan e mirov bêje -Min Mizgeftok şeland!- ... Lê belê pere û seeta zîv ka li ku ne, derxistina wan zehmet bû.

Û gelek zehmet bû...

Dar, pehîn, qontax li ser laşê wî de diçûn û dihatin. Ti nemabû dilê wî bibûrê. Tarî kete çavên wî. Destê xwe hêdîka rakir û got:

-Ez ê bêjim!

Cendirmeyan mêrik berda. Peşkek av avêtin rûyê wî. Cixareyek danê. Hingî Idrîs fikirî û navê ewil hate bîrê got:
-Pere li Mizgeftokê cem Silêman Axa ne!

Lêdan sekinîbû. Idrîs jî wê kêlîyê tenê li ser vê difikirî. Lê gava ber bi Mizgeftokê ve bi rê ketin fikra wî timamî çû ser tiştinên din. Got: "Mala feqîrê Silêman Axa şewitî!"

Tenê Silêman Axa mabû alîkariya wî dikir, hem
li gundê wî hem li Mizgeftokê. Ji bo lê raze jê re cih çêdikir, şîret lê dikir.

Ka ji ku cara ewil navê vî feqîrê reben hatibû bîra wî.

Aniha cendirme wê vî feqîrê kal ku hay ji tiştekî nîn e li erde dirêj kin û lêdin. Heta bisekite lêdin.

Silêman Axa wê bigota: "Nizanim!", wê hezar û pêncsed sûnd bixwara, lê wê lêdana xwe bixwara. Dengê wî wê bilerziya, wê li ber wan bigeriya û wê bixwesta meselê ji wan re bêje, wê xwe vir'de û wir'de bida, lê wê lêdana xwe bixwara.

Wek ku bê ber çava dît hêstirên wî pîrê rihspî ji hinarikên rûyê wî diherike ser lêva wî. Wek ku bê ber çava dît qontax, pehîn li newqa wî ya bûyî duqatî dikevin. Wek ku bê ber çava dît du çavên ji kortên xwe berûpêş firyayî û beloqbûyî, ji bin birhên kurs û spî lê zîq bûne û wek ku jê re dibêjin, -te dît te çi kir, dilê te rihet bû, Idrîs!-

Wek ku qontaxek din li newqa wî bikeve, nalînek jê hat.

Yek ji wan cendirmeyan ji rex ve dêhna xwe dayê... Dûvre cixareyek din derxist û dayê...

Idrîs bi wan destên xwe yên li ser zikê wî re qeydkirî cixare girt û ber'û devê xwe bir. Zû zûka du sê firt lê da.

Pênc şeş gavên din jî çûn...

Cixare ji devê Idrîsî ket...

Axx û ax... Wê nekarîba vê tiştê bike...

Êdî ji wî alî ve Mizgeftok xuya dikir... Pêşîyê du sê darên hişk, paşî sê çar malên ji axê... Şeş heft zarokên pêxwas...

Sed gavên din jî... Dûvre wê bihatan gundî... Û Silêman Axa.

Idrîs çavê xwe li dorê gerand... Alîyê rastê yê rêya axê devî bû. Li cendirmeyan meyzand: çekên wan di destê wan de rêve diçûn.

Carekî xwe hilavêt, xwe qevast û derbasî alîyê din yê xendekê bû, ket, cardin rabû ser xwe di devîyê de dest bi revê kir. Cendirmeyan -şinginî- ji mekanîkên xwe anîn û vekir'û girtin, dûv wê de du deng bilind bûn... Vingînîyek kurt û gurr li hewa belav bû, Idrîs hema li cihê hilweşiya erdê.

Cendirme bazdan çûn cem. Xwînê ji devê wî coyeke teng ber bi jêr ve vedikir. Çavên xwe vekir û got: -Haya Silêman Axa ji tu tiştî nîn e...- Careka din çavên xwe vekir û got: -Haya min jî...-

Berî bikare careka din çavên xwe deyne ser hev hinekî vekişîya. Li cihê xwe ripûrast ma.

1933
ji tirkî: rênas xendekî
redaktorîya wergerê: derengmayek

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts Plugin for WordPress, Blogger...

NIVÎSA POPULERTIRTIRÎN

The Best Of Asoya Helbesta Kurdî

Asoya Helbesta Kurdî 2013'ê ve li ser medya civakî hewl dide Helbesta Kurdî belav bike. Piştî van salên dirêj niha malpera wê, sepana wê...

ZEHF HATINE XWENDIN